Li Tişrînê dîlanên Efrînî û Firatî

Şêniyên kantonên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê û koçberên Efrînê di çalakiya xwe ya roja duyemîn li Bendava Tişrînê de dîlanên Firatî û Efrînî gerandin.

Li Tişrînê dîlanên Efrînî û Firatî
4 sibat, 2025   22:20
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Roja duyemîn e ku xelkê kantonên Dêrazor, Tebqa, Reqa û koçberên Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bendava Tişrînê çalakiyên xwe didomîne.

Şêniyan vê êvarê di hola bendavê de dîlana Firatî ya bi navê "Çobî" û dîlanên Efrînê yên xwedî mîrasa kevnare, gerandin.

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 8ˋê Çileyê ve û bi awayekî dorveger, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo parastina bendavê, çalakiyên xwe didomînin.

(fr)

ANHA