Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin

Li bajarê Til Temirê têkildarî rola YPJˊê di parastina herêmê de rûniştineke diyalogê hat lidarxistin. Di rûniştinê de beşdaran bal kişand ser fedekariyên şehîdên YPJˊê û lehengiyên wan.

Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
Li Til Temirê dayikên şehîdan rola YPJˊê vegotin
20 gulan, 2026   20:37
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Til Temirê rûniştineke diyalogê ya taybet bi dayikên şehîdên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) organîze kir.

Rûniştin li parka Meclisa Malbatên Şehîdan bi amadebûna endamên Kongra Star û saziyên sivîl û rêxistinên jinan hat lidarxistin, rêwîtiya şehîdan û fedakariyên wan ên di oxira azadî û parastina civakê de hat bibîrxistin.

Endama rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê Nesrîn Selah axaftina destpêkê kir. Nesrîn bal kişand ser rola ku YPJˊê di dirêjahiya salên şer de lîstiye û fedekariyên ku di rûbirûbûna êrişên li dijî deverên Rojava de kirine.

Di rûniştinê de dayikên şehîdan li ser tevlêbûna keçên xwe di nava YPJˊê de û armancên hiştine ew rêya têkoşîn û berxwedanê bişopînin axivî û diyar kir ku şehîdan doza azadî, parastina mafên jinan û berevaniya gelan heta kêliyên şehadetê hilgirtin.

Dayikan her wiha aliyê jiyana şehîdan û zehmetiyên di vê rêyê de kişandine vegotin.

(fr)

ANHA