Li Sûdanê 2 êriş: 18 kuştî, 5 birîndar

Hêzên Piştevaniya Lezgîn li rojavayê Sûdanê du êriş pêk anîn. Hate ragihandin ku  di encama êrişan de 18 kes hatine kuştin.

Li Sûdanê 2 êriş: 18 kuştî, 5 birîndar
3 mijdar, 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên hikumeta Sûdanê diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn li ayaleteke li bakurê Darforê ya rojavayê Sûdanê 2 êriş pêk anîn û di encamê de 18 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî Tora Bijîşkên Sûdanê, di êrişên Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li herêma Berdîk û gundên nêzîkê wê de 15 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Hate ragihandin Nexweşxaneya Siûdî ya li Faşirê (paytexa ayeta bakurê Darforê) bi obîsan jî hat bombebarankirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

(bb)