Li Siwêdayê `Parêzvanên Nîştimanî` toreneke leşkerî li dar xist

Hêzên “Parêzvanên Nîştimanî” ya Siwêdayê li bajarê Siwêdayê toreneke leşkerî li dar xist. Di torenê de bi dehan erebeyên ku şervanên hêzên lê siwar bûn, hebûn. 

Li Siwêdayê `Parêzvanên Nîştimanî` toreneke leşkerî li dar xist
26 îlon, 2025   00:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malperên medya dijîtal ên parêzgeha Siwêdayê dîmenên “toreneke leşkerî” ya Parêzvanên Nîştimanî belav bûn. 

Malpera Siwêda 24 jî dîmen parve kir û wiha nivisî: “Hêzên Parêzvanên Nîştimanî li bajarê Siwêdayê torenek leşkerî li dar xist”.

Kom û hêzên xwecih ên Siwêdayî 23`yê Tebaxê avakirina artêşeke nîştimanî ya hevgirtin bi navê “Parêzvanên Nîştimanî” ragihand. Armanca artêşê, yekirina hewldanên leşkerî û parastinê di bin siwanekê de ye.

(şx)

ANHA