Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê şer: 1 kuştî, 2 birîndar

Li ser sînorê Sûriye-Lubnan di navbera artêşa Lubnan û hêzên desthilata Şamê de şer derket. Hate ragihandin ku di şer de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

 Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê şer: 1 kuştî, 2 birîndar
9 sibat, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li ser sînorê Sûriye-Lubnanê şer û pevçûn di navbera hêzên desthilata Şamê û artêşa Lubnanê de derket. Hate zanîn ku di şer de sivîlek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Hewz ê herêma El Qisêr ê rojavayê Humisê yê nêzî sînorê Lubnanê 3 kes bûn qurbanî.

Artêşa Lubnanê duh ragihandibû ku herêmên sînorî yên Lubnanê ji aliyê Sûriyeyê ve hatin gulebarankirin. Li gorî artêşê, yekîlneyên leşkerî yên artêşê yên li ser sînorê bakur û rojhilatê bersiva gulebaranê dan.

(bb)