Li ser berxwedana li hember tundiyê li Helebê pêşangeh hat vekirin

Yekitiya Hunermendan a Helebê di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de pêşangehek li dar xist.

23 mijdar, 2024   15:35
HELEB

Yekitiya Hunermendan a Helebê bi beşdariya 12 hunermendan pêşaneheke şêwekariyê li dar xist. Di pêşangehê de 50 tabloyên li ser berxwedana jinan a li hember tundiyê hatin nîşandan.

Pêşangeh, li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Nûnerên Meclisa Giştî, Kongra Star û saziyên sivîl tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Fehîme Hemo û endamê Yekitiya Hunermendan a Helebê Mehmûd Bekir axivîn.

Fehîme Hemo bal kişand ser têkoşîna jinan a di serdema nû de û got: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girê dan, di gelek qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistin.”

Fehîmeyê got çalakiyên bi vî rengî li ser asta dirêj û domdar dikare guhertineke bingehîn di pêşeroja gelan de çêke û têgehên bingehîn ên wekheviya di navbera zayendan de û mafên mirovan de misoger bike.

Mehmûd Bekir jî got hunermend bi rêya tabloyan hewl didin peyamekê ragihînin civakê ku divê tundiya li ser jinan raweste. Bekir spasiya Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Hunermendan kir, ji ber ku desteka pêwîst ji bo pêşangehê ji wan re pêşkêş kir.  

Dûre mêvan di pêşangehê de geriyan. Pêşangeh dê îro bi dawî bibe.

(şx)

ANHA