Li Selemiyê alozî

Li gundewarê Hamayê ji duh ve piştî bûyerek ku bû sedema xwepêşandanên gel û destwerdana hêzên ewlehiyê tevliheviyek heye. Di van bûyeran de gelek kes hatin girtin û di navbera hin kesan de pevçûn jî çêbûn.

Li Selemiyê alozî
5 tîrmeh, 2026   08:55
NAVENDA NÛÇEYN

Ji duh heya niha li bajarê Selemiyê yê gundewarên Hemeyê alozî heye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih der barê rewşê de dane, "destpêkê hejmarek kesên gundan hatine li kolaneke bajar a nêzî dibistana amadehî ya Seyda Zeyneb wêneyên jinên ciwan kişandin. Ciwanên bajêr ku mudaxleya vê yekê kirin û nehiştin wêneyên jinan bên kişandin û alozî derket."

Çavkaniyan dane zanîn ku ku hêzên ewlekariya giştî destwerdan kir û hejmarek ciwan girtin û li hemberî vê yekê xelkê bajar xwepêşandan li pêşiya avahiya Seraya (Meclisa Bilind a Îsmaîlî) li dar xist.

Çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandêran daxwaza berdana ciwanan, vekirina lêpirsînê û hesabpirsîna qanûnî ji kesên bûne sedema vê aloziyê kirin.

Her wiha ragihandin ku ku piştre vê yekê erebeyek çekdar tê de ji gundan derbasî herêmê bûn û di navbera wan û hin kesan de pevçûn derket. Ev yek jî alozî mezintir kir.

Çavkaniyan got,  hêzên ewlekariyê bi hewldana kontrokirina rewşê û rêgirtina li ber zêdebûna rageşiyê seferber bûne.

Ji duh heya niha li herêmê alozî heye. Bangên aramkirina rewşê û vekirina lêpirsînê û hesabxwestina ji berpirsên vê tevliheviyê û parastina sivîlan tên kirin.

(bb)