Li rojhilatê Ukraynayê 4 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişa hêzên Rûsyayê ya li rojhilatê Ukraynayê de 3 jê zarok 4 kes hatin kuştin.

Li rojhilatê Ukraynayê 4 kes hatin kuştin
11 sibat, 2026   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî ukraynayî îro ragihand ku di êrişeke hewayî ya Rûsyayê ya li ser bajarê Bohodukhiv ê herêma Kharkiv a rojhilatê Ukraynayê de, 3 jê zarok, 4 kes hatine kuştin.

Fermandarê Rêveberiya Leşkerî ya Kharkivê Oleg Senegubov li ser Telegramê diyar kir ku jineke bitemen jî di êrişê de birîndar bûye û niha tê dermankirin. Li gorî agahiyên din jineke 35 salî ya ducanî jî birîndar bûye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi fermandarên leşkerî yên payebilind re kêmasiyên di pergalên parastina hewayî û rêbazên baştirkirina parastina sivîlan de nîqaş kirin.

Zelensky diyar kir ku niha guhertin di mekanîzmaya xebatên tîmên parastina hewayî û yekîneyên gerok ên destwerdanê de têne kirin. Her wiha anî ziman ku baştirkirina parastina hewayî ji bo parastina bajaran ji mûşek û dronan, armanca wan a pêşîn e û bang li hevalbendên rojavayî kir ku desteka pergalên parastinê û çekan bo welatê wî zêdetir bikin.

 Li gorî Şandeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Ukraynayê, ji destpêka şer ve (Sibata 2022) nêzîkî 15 hezar sivîl hatine kuştin. Şandeyê sala 2025’an wek sala herî bixwîn nirxand.

(bb)