Li rojhilatê Dêrazorê mayînek hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayîneke ku li nêzî maleke li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatibû çandin, bê bandor kir.

Li rojhilatê Dêrazorê mayînek hat bêbandorkirin
2 mijdar, 2024   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Endazyariya Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn şeva berê, 1ˋê Mijdarê, mayîneke li nêzî malekê li rojhilatê Dêrazorê hatibû çandin, bê bandor kir.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Dezgehên Ewlehiyê agahî wergirtin ku mayîneke li nêzî malekê hatiye çandin. Hêzan berê xwe da cihê çandina mayîn û ew bê bandor kir.

Mayîn ji bo teqandina dûr ve hatibû amadekirin, pîvana wê 15 kîlo TNTˋê bû. Li gorî navendê bêyî tu zirar bê kirin, mayîn hat bêbandorkirin.

(fr)