Li Rojhilat jinek û birayê wê hatin revandin

Li Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd û birayê wê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin revandin.

Li Rojhilat jinek û birayê wê hatin revandin
6 hezîran, 2026   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî revandina jinekê û birayê wê yên ji bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê, agahiyên nû parve kirin.

Li gorî çavkaniyan danê sibehê, îstîxbarata rejîma Îranê (Îtlaat) bi ser xaniyên Kejal Rehmanî û Daniyal Rehmanî yên li bajarê Kamyaranê de girtiye. Hêzên rejîmê piştî şikandina deriyên xaniyên wan û bêyî nîşandana tu biryareke dadgehê, xwişk û bira revandin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Her wiha hate destnîşankirin Kejal Rehmanî çalakvana sivîl e û di salên borî de gelek caran ji aliyê Wezareta Îtlaatê ve li Kamyaran û Sineyê hatiye gazîkirin û lêpirsîn lê hatiye kirin.

Kejal di Nexweşxaneya Sîna ya li Kamyaranê de wekî hemşîre kar dikir, lê di payîza sala 2019’an de ji ber zextên Wezareta Îtîlaatê ji karê xwe hatibû derxistin.