Li Reqayê welîmeya fitarê ji bo piştgiriya QSD'ê hat çêkirin

Li Reqayê welîmeya fitarê bi dirûşma "Dest bi dest em ê aştiya xwe biparêzin" ji bo piştgiriya QSD'ê hat çêkirin. Di çalakiyê de bi sedan şênî, rûspiyên eşîran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Li Reqayê welîmeya fitarê ji bo piştgiriya QSD'ê hat çêkirin
11 adar, 2025   20:29
REQA

Çalakî li qada Navenda Çandê ya berê hat lidarxistin ku 6 konên mezin hatin vegirtin. Di çalakiyê de hejmareke mezin ji şêniyan, nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîran ji bo piştgiriya QSD'ê beşdar bûn.

Ev çalakî ji bo nîşandana piştgiriya civakê ya ji QSD'ê re û ji rola wê ya parastina ewlehî û aramiya herêmê re, hat lidarxistin.

(mh)

ANHA