Li Reqayê 2 çeteyên DAIŞˊê hatin kuştin

QSDˊê diyar kir ku di bersivdana êrişa şaneyeke çeteyên DAIŞˊê li kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 2 çeteyên DAIŞˊê hatin kuştin.

Li Reqayê 2 çeteyên DAIŞˊê hatin kuştin
1 îlon, 2025   08:29
REQA

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) aşkera kir ku şaneyek çeteyên DAIŞˊê êrişî nuqteyeke wan a li gundewarê kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiriye.

Der barê hûrgiliyên êrişê de, Navenda Ragihandinê ya QSDˊê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Şeva yekşemê, saet 11.50ˊî (31ˊê Tebaxê) hêzên me, QSDˊê bersiva êrişeke xwekujî ya şaneyeke terorîst ku tê gumankirin a rêxistina DAIŞˊê ya terorîst e, têk bir. Êriş li dijî nuqteyeke hêzên me ya li gundewarê bakurê bajarê Reqayê pêk hat.

Di bersivdana êrişkaran de yek ji terorîstan birîndar bû û bi kemera li xwe kiribû xwe teqand. Şervanên me di pevçûnan de terorîstê din kuştin.

Di dema hêzên me bersiva êrişê didan de 3 şervanên me bi sivîkî birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan baş e.

Hêzên me, QSDˊê diyar kir ku em di amadekariyên bilind de ne, em bi ser şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst û rêxistinên din ên terorîst de digirin, bersiva tevahî hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin."

(fr)