QSD’ê îdiayên ’şerê li gundewarê Helebê’ derewandin

QSD’ê îdiayên ku dibêjin li gundê Til Maiz ê Helebê di navbera hêzên wê û hêzên hikumeta  veguhêz a Sûriyeyê de şer derketiye, derewand.

QSD’ê îdiayên ’şerê li gundewarê Helebê’ derewandin
31 tebax, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser îdiayên ku dibêjin li gundê Til Maiz ê rojhilatê Helebê di navbera hêzên wan û komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de şer derketiye, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Îdiayên ku dibêjin li gundê Til Maiz ê gundewarê rojhilatê Helebê di navbera hêzên m û komên girêdayê hikumeta Şamê de şer derketiye ne rast in.

Em piştrast dikin ku ev îdia ji rastiyê dûr in. Hêzên me di rojên dawîn de tu êriş nekirine û beşdarî tu pevçûnan nebûne. Ya ku rû da pirsgirêkên navxweyî yên dûbarê yên li ser serweriyê ne ku di navbera komên girêdayê hikumeta Şamê de derdikevin. Ev bûyer di ragihandinê de hat mezinkirin û berevajîkirin û wekî pevçûn li dijî hêzên me hat îdiakirin."

(bb)