Li Qamişloyê welatiyek din şehîd bû

Di encama bomebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Qamişloyê de 8 welatî şehîd bûn.

Li Qamişloyê welatiyek din şehîd bû
25 kanûn, 2023   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor rêveberiya Nexweşxaneya Pispor a Sûriyeyê, welatiyê bi navê Faris El Faris (47) ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Qamişloyê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Bi vê ragihandinê re, hejmara şehîdan derket 8`an û 11 birîndaran.

Ji vê sibê ve balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker êriş saziyên xizmetguzariyê yên Qamişloyê dikin.

(şx)

ANHA