Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrîşan herikîn kolanan

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û Helebê daketin kolanan û peyama berxwedanê dan.

25 kanûn, 2023   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên Qamişlo, Dirbêsiyê, Kobanê û Helebê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ev 3 rojin bênavber didomin û navendên xizmetê dikin hedef, meş û xwepêşandan lidar xistin. 

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo îro ji saetên serê sibehê heta niha dibin êrişan de ye, 2 çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyek li taxa Xerbî hat lidarxistin. Girseya ku li Çerxerêya Osman Sabrî kom bû, ji vir heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo meşiya. Di meşa ku Kurd, Ereb, Suryan û rêveberên saziyan jî tevlî bûn de, bênavber dirûşmeyên şermezarkirina êrişan û berxwedanê hatin berzkirin. 

Piştî meşê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, axaftin hat kirin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîvyan Beho Osê axivî û bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker di roja rojbûna Pêxember Îsa de êrîş kiriye û sûcê herî hovane li hemberî xelkê herêmê pêk tîne. Vîvyan Osê da zanîn ku ev êrîş careke din nîşan didin ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan sûcdarê şer e û dixwaze projeya demokratîk û vîna gelê herêmê têk bibe.

Vîvyan, da zanîn ku ew ê dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û soza mezinkirina têkoşînê da.

Endama Rêveberiya PYD`ê ya Qamişloyê Menîce Heyder jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker nîşaneyên binkeftina wê ne. Menîce Heyder got ku ew xwe naspêrin tu kesî û ew ê têkoşînê mezin bikin.

Çalakî bi dirûşme û peyamên berxwedanê bidawî bû.

Çalakiya duyemîn

Çalakiya duyemîn a Qamişlo li taxa Elaya pêk hat. Girseya gel li pêşiya kargeha hatibû bombebarankirin kom bû û daxuyanî da çapemeniyê.

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdurehman daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê êrîşan pêk tîne, lê gelê herêmê dê yekîtiya xwe xurt bike û bersiva pêwîst bide.

Di çalakiya ku dirûşmeyên dijî dagirkerî û êrîşan hatin berzkirin de, banga têkoşîn û berxwedanê hat kirin.

DIRBÊSIYÊ 

Li Dirbêsiyê çalakî ji Qada Jina Azad destpê kir. Welatiyên Dirbêsiyê û bajaroka Zirganê ji Qada Jina Azad heta sûka navendî ya Dirbêsiyê meşiyan û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşan, bilindkirina berxwedanê qîr kirin. 

Piştî meşê li sûka navendî Endama Kongra Star a Dirbêsiyê Reca Mihemed axivî û êrişên dewletaTirk a dagirker şermezar kirin, banga mezinkirina berxwedanê û yekrêziyê kir.  

Endamê PYD`ê Siûd Meîş bal kişand ser girîngiya berxwedanê û got ku ew ê bi têkoşînê bersiv bidin.

KOBANÊ

Çalakiya li Kantona Firatê jî li bajarê Kobanê bû. Ciwanan di salvegera 2’yemîn a şehîdxistina endamên Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm de meşek lidar xist û daxuyanî da.

Bi sedan ciwan li kolana Miktelê ku 2 sal berê îro (25 Kanûn 2021) di êrîşek dewleta Tirk a dagirker de endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Jinên Ciwan şehîd bibûn, kom bûn. Ciwanên ku bê navber dirûşmeyên tolhildan û berxwedanê berz kirin, heta Qada Aşitiyê meşiyan.  

Piştî meşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Ronahî Mihemed daxuyanî xwend û got: "Em şehîdên xwe bi bîr tînin. Em soz didin ku tola şehîdên xwe hilînin. Dewleta Tirk şerê qirkirinê li dijî herêmê dimeşîne. Em ê têkoşîn û berxwedanê li hember vê êrişê mezin bikin."

HELEB

Li Helebê jî jinan bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin. Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Meyade Erebo daxuyanî xwend û êriş bi tundî şermezar kirin. Meyade Ebero da zanîn ku dê berxwedana gelên azadîxwaz li hember zordestan bi ser bikeve.

YEKÎTİYA KEDKARAN

YekÎtiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina stasyonên avê, bîrên petrolê, çapxane, aşxane, navendên xizmetê, depoyên genim, stasyona Siweydiyê ya hilberandina gazê û kehrebeyê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê têkoşîna gelan êrîşan têk bibe.  

(şx)

ANHA