Li Qamişloyê pîrozkirina serkeftina Tîma Hîlal

Tîma Hîlal ku di 11’ê Hezîranê (2026) de bi serkeftinekê kete Sûper Lîga Sûriyeyê, ji bo pîrozkirina serkeftina tîmê li Qamişloyê şahiyek hat lidarxistin.

Li Qamişloyê pîrozkirina serkeftina Tîma Hîlal
13 hezîran, 2026   20:45
QAMIŞLO

Tîma Hîlal di 11’ê Hezîranê (2026) de Tîma Hîlal bi serkeftinekê kete Sûper Lîga Sûriyeyê. Îro lîstokvanên tîmê bi otobûsek mezin hatin bajarê Qamişloyê û ji aliyê gel ve bi def û zirne û keyfxweşiyê hatin pêşwazîkirin. 

Piştî wê jî tîm derbasî Parka Azadî bû û şahiyek pîrozkirina serkeftina tîmê hat lidarxistin. Di şahiyê de lîstokvanan li ber stranên Kurdî govend gerandin.

Piştî wê rêveber û lîstokvanan kêk qut kirin û guleyên hewayî avêtin.

(bî)

ANHA