Li Qamişloyê li hember kolandina bêserûber a bîran komîteyek hat avakirin

Ji bo rêgirtina li ber metirsiyên têkildarî kêmbûna ava binerd, li Qamişloyê ji hêla aliyên peywendîdar ve ji bo rê li ber kolandina bîran bi awayekî bêserûber bigirin, komîteyeke hevbeş hat avakirin.

Li Qamişloyê li hember kolandina bêserûber a bîran komîteyek hat avakirin
6 tebax, 2026   12:38
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Duh (5 Tebax) aliyên peywendîdar ji bo nîqaşkirina danîna mekanîzmeyekê ji bo rêgirtina ber diyardeya kolandina bîran bi awayekî bêserûber civînek li dar xist. Li herêmê di vê dema dawî de bi awayekî berbiçav ev diyarde zêde bûye, ev dihêle metirsiyên têkildarî kêmbûna depoya avê û bandorê wê li ser çavkaniyên avê li herêmê zêde bibin.

Di civînê de nûnerên ji Daîreya Avê, Şaredariya Gel a Qamişloyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gerînendetiya Çavkaniyên Avê û Saziya Çandiniyê amade bûn. Di civînê de zêdebûna kolandina bîran li bajêr bi awayekî nefermî, bandorên wê yên neyînî, her wiha danîna çareseriyê ji bo pêkanîna qanûnên kolandinê nîqaş hatin pêşxistin.

Di civînê de ji bo şopandin û dîtina binpêkirinên girêdayî qanûnên kolandina bîran, xebatên ji bo sekinandina kolandinê bi awayekî bêserûber komîteyeke hevbeş hat avakirin. Ev komîte bi armanca parastina çavkaniyên avê û meşa li gorî perspektîfên heyî pêk hat.

Li gorî aliyên ku li hev civiyane, komîte ji îro ve dest bi xebatên xwe kirine û ji bo binpêkirina kampanyeke li bajarê Qamişlo pêk anîn.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Zabîteya Şaredariya Gel û Endamê Komîteya Hevbeş Ebdulkerîm Hacî ji ANHA`yê re diyar kir kolana bîran divê li gorî fermiyetê pêk were û ew yek bi awayeke îstisna ji hêla aliyên pispor ve tê dayîn.

Ebdulkerîm Hacî da zanîn ku heke ew binpêkirinekê bibînin, ew ê dest deyînin ser alava kolandinê û ew ê rêkarên qanûnî li ser kesê ku binpêkirin kiriye pêk bînin.

Hacî diyar kir ku avakirina komîteyê bi armanca birêxistinkirina projeyên kolandina bîran li gorî qanûnan pêk hatiye.

(sb)

ANHA