Li Tertûsê xwendevanek wenda bûye

Xwendekara bi navê Şehed Ehmed Hemûd ji duh ve wenda bûye û malbata wê tu agahî jê negirtiye.  

Li Tertûsê xwendevanek wenda bûye
6 tebax, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekara bi navê Şehed Ehmed Hemûd a ji taxa El Radar a Tertûsê ji duh (çarşemê) ve winda ye.

Li gorî agahiyên ku malbata wê dane, Şehed dibistana amadeyî dixwend û ew ji encama ezmûnan ne razî bû. Malbatê diyar kir ku Şehed duh ji malê derketiye da ku ji îtîrazê pêşkêş bike, lê venegeriya malê.

Li gorî agahiyên derdora Şehed di vegerê de li garacê bi malbata xwe re axivî û piştre telefona wê dernakave û malbata wê nikare xwe bighîne wê.

Malbata Şehed ji welatiyan hêvî kir eger agahiyan li ser keça wan werbigirin, bila agahî bidin wan û aliyên têkildar.

(np)

ANHA