Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin

Li Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 230 şîrketên bazirganiyê ji parêzgehên Sûriyeyê, amadekariyên Mîhrîcana Havînê ya Mezin tên kirin. Di mîhrîcanê de çalakiyên cuda dê werin lidarxistin û 5 rojan dewam dike.

Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin
Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin
Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin
Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin
Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin
Li Qamişlo amadekariyên Mîhrîcana Havînê didomin
28 tîrmeh, 2026   09:53
QAMIŞLO

Amadekariyên “Mîhrîcana Havînê ya Mezin 2026” li Qamişloyê didomin. Mîhrîcan 30`ê Tîrmehê dest pê dike û 5 rojan dê dewam bike. Çalakiyên mîhrîcanê dê li Parka Azadî ya li Qamişloyê bin.

Mîhrîcan bi armanca çêkirina bajareke mezin a havînê ya demkî ku di nav de bazirganî û kêfxweşî jî ji bo herêma Cizîrê hebe tê, lidarxistin.

Zêdetirî 230 şîrketên bazirganiyê yên sektorên cuda ji gelek parêzgehên li Sûriyeyê beşdarî mîhrîcanê dibin. Ew şîrket dê di bin konên ku niha tên danîn de, berhem û xizmetên xwe bidin pêşandan.

Di mîhrîcanê de dê çalakiyên taybet ji bo malbat û zarokan jî hebin. Li aliyekî din dê hejmarek gelek hunermendên li derveyî welat jî şahiyan li dar bixin.

Niha li Parka Azadî amadekariyên cihê mîhrîcanê tên kirin.

(sb)

ANHA