Medyaya erebî bal kişand ser ji nû ve xêzkirina hevsengiyên herêmî

Medyaya erebî bal kişand ser siberoja rêkeftinên herêmî û bandorên çalakiyên dîplomatîk û arîşeyên ewlehiyê yên li Sûriye, Lubnan û Filistînê.

Medyaya erebî bal kişand ser ji nû ve xêzkirina hevsengiyên herêmî
28 tîrmeh, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê îro sernavên rojnameyên erebî bûn, di heman demê de Sûriyeyê di piraniya nûçeyan de bi awayekî berbiçav cih girt.

Rojnameya El Şerq El Ewset nûçeyeke berfireh ji bo dan û standinan veqetand û bal kişand ser daxuyaniyên DYA`yê yên ku berdewamiya rêya dîplomatîk nîşan didin. Edîtoriya rojnameyê nivîsî ku serkeftina dan û standinan dê şeklê hevsengiya ewlehiyê li Kendavê di serdema pêş de diyar bike.

Rojnameya Lubnanê El Nahar bal kişand ser bandorên dan û standinan li ser Lubnan û herêmê û di raporeke xwe de diyar kir ku her têgihîştineke di navbera DYA û Îranê de dê rasterast bandorê li dosyayên Lubnan, Sûriye û Iraqê bike. Nivîskarekî rojnameyê li ser siberoja pevçûna di navbera Washington û Tehranê de nivîsî û diyar kir ku ew ê ji hêla siyasî ve berdewam bike, her çend îhtîmala pevçûna leşkerî kêm bibe jî.

Li ser mijara Sûriyeyê, El Şerq El Ewsat rewşa ewlehiyê nirxand û bal kişand ser pirsgirêkên ewlehiyê yên berdewam li çend deveran û ev yek bi kêmbûna aramiyê ve girê da. Di gotareke din de, zextên aborî yên berdewam û bandora wan li ser debara jiyana sûriyeyiyan hatin nirxandin.

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Diyar bal kişand ser têkiliyên siyasî yên têkildarî dan û standinên nerasterast bi Îsraîlê re û diyar kir ku di dema pêş de dê zexta navneteweyî hebe da ku Beyrûtê ber bi qonaxên nû ve bibe. Her wiha mijara penaberên Sûriyeyê wek yek ji xalên herî girîng ên nakokiyê li hundirê welêt destnîşan kir.

Rojanmeya El Erebî El Cedîd raporek li ser rewşa filistîniyan a li Şerîaya Rojava weşand û bal kişand ser êrişên zêde yên niştecihan ên li ser gundên filistîniyan.

Her wiha El Şerq El Ewset lêkolînek li ser êşa jinên ducanî ya li Xezayê weşand û bal kişand ser zêdebûna zayînên pêşwext û kurtajên ji ber şer û xirabûna berdewam a sektora tenduristiyê.

(k)

ANHA