Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin

Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de, didome. Li pêşiya şaredariyê civîna meha Çileyê ya şaredariyê hat lidarxistin.

Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
10 ÇILE, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî destgîrkirina hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û hinek endamên Meclisa Şaredariyê didomin. Çalakiya protestoyî ya DEM Partiyê ya li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, didome.

Endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partî û CHP’yî li pêşiya avahiya şaredariyê ku berxwedana gel lê didome, rûniştina duyemîn a civîna meha Çileyê li dar xist. Civîn, li ber barîqetên polîsan hat lidarxistin û bertek nîşanî destgîrkirinan hat dayîn.

Çavkanî: MA