Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Siyasetmedar, çalakgerên siyasî û rewşenbîrên Kurd peyamek da Nûnertiya NYˋyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di peyamê de tê gotin destwerdanê bikin, êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê rawestînin.

Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li pêş nûnertiya NYˋyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
29 ÇILE, 2025   16:37
QAMIŞLO

Gelek siyasetmedar, çalagerên siyas û rewşenbîrên Kurd li bajarê Qamişlo li pêş navenda Nûnertiya NYˋyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.

Di çalakiyê de êrişên bejahî û hewayî yên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binezasî û gelên herêmê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de gelek peyamên mîna; "Divê Koalîsyona Navneteweyî êrişên barbarî yên dewleta Tirk rawestîne, yekitiya Kurdî bi yekitiya helwestê dibe û fedralî çareserî ye, sûcên dewleta Tirk ên dijî binesaziyan ên bi armanca biçîkirin û koçberkirinê rawestînin" hatin dayîn.

Di çalakiyê de siyasetmedar Hesen Salih axivî û got divê tevahî alî di nav de NYˋyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê rawestînin.

Salih anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê dema hat ku tevahî Sûriyeyî û gelê Kurd mafên xwe wergirin.

Salih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze hilweşîna Îran û Rûsyayê li Sûriyeyê fersend bigire û herêmên din ji Sûriyeyê dagir bike, demografiyê biguhere û siyaseta tirkkirinê bimeşîne.

Beşdaran di dawiyê de peyamek bi zimanê ingilîzî radestî nûnertiya NYˋyê kir.

Di naveroka peyamê de ev tişt tê gotin: "Em bang li sekreterê giştî yê NYˋyê, serokê Komîseriya Mafên Mirovan, Konseya Ewlehiyê û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka û Fransayê dikin ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku binesazî û sivîlan li herêmên Kurdan û xaka wan a dîrokî hedef digirin, rawestînin. Her wiha em banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji tevahî xaka Sûriyeyê re bi taybet herêmên Kurdan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dikin û bang dikin ku destwerdana li kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê bidin rawestandin."

(fr)

ANHA