Li Minbicê zarokek birîndar bû

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê de zarokeke birîndar bû.

Li Minbicê zarokek birîndar bû
5 gulan, 2024   19:07
MINBIC

çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi guleyên obîsan gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê de zarokek birîndar bû.

Zarokê birîndar bûye, Hesen El Bekar 11 salî ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li seranserî eniyê şer ve gundên li eniyên şer topbaran dikin.

(fr)