Li Minbicê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate şikandin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên rojavayê Minbicê şikand û di encamê de 10 çete hatin kuştin.

Li Minbicê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate şikandin
3 kanûn, 2024   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku hêzin wan êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker ya li dijî gundên rojavayê Minbicê têk birine, di encamê de 10 çete hatin kuştin.

Piştî şikandina êrişê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran kirin.

(k)