Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên kantona Firatê 2 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin. Şêniyan teqezî bi berdewamkirina têkoşîna li hember êrişên dagirkeriyê kir.

Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
28 îlon, 2024   13:51
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, siyasetmedar li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê kom bûn û şehîd Mihemed Bozî û Ebdo Îsa oxir kirin. 

Her du şehîd, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ne û 25`ê Îlonê di berxwedana li hember êrişên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî kantona Minbicê de şehîd bûbûn.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Elî di merasîma sersaxiyê de axivî û got: "Şehîdan soza ku daye, anî cih. Di oxira gel û welat de canê xwe feda kirin. Divê em jî destkeftiyên ku wan bi dest xistine, biparêzin. Di berdewamkirina şoreşê rêya wê ya rast de û şopandina rêya şehîdan, ev gava herî girîn e."

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha malbatên şehîdan soz dan ku rêya têkoşînê berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyên her du şehîdan di nava tilîliyan de spartin axê.

(şx)

ANHA