Li Kerkûkê êrişî baregeheke din a Fransî hat kirin

Baregeha leşkerî K-1 ya li başûrê Kerkûkê bi mûşekan hate topbarankirin. Hate ragihandin ku helîkoptereke Fransayê hatiye hedefgirtin lê ziyan nedîtiye.

Li Kerkûkê êrişî baregeheke din a Fransî hat kirin
13 adar, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê çavkaniyek ji polîsê Kerkûkê ragihand ku bi 2 mûşekên katyûşa li helîkoptereke Fransî ku dixwest daye baregeha leşkerî ya K-1 ya li başûrê Kerkukê hate hedefgirtin.,

Her du mûşek li derveyî baregehê nêzîkî dîwarê derve ketin. Lê belê, di êrişê de tu ziyan çênebû.