Li kantona Cizîrê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 2 bazirganên narkotîkê li kantona Cizîrê girtine.

Li kantona Cizîrê 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
23 mijdar, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li kantona Cizîrê 2 bazirganên narkotîkê girtine.

Daxuyaniya navendî bi vî rengî ye: "Duh înê (22`ê Mijdarê) hêzên me li bajarê Qamişlo 2 kesên ku amûrên hişbirê difiroşin girtin.

Di berdewamiya xebata li dijî narkotîkê de, ku her kesê ku van amûrên metirsîdar bi kar tînin, wê bibin armanc û wan derdixe pêşberî dadgeriyê, hêzên me karîbûn di kemîneke berfireh de 2 bazirgan girtin û bi wan re 272 hebên captagonê desteser kirin. 

Ji bo sînordarkirina belavkirina van amûran û pêşî li belavkirinê bigire û şopandina dosyayên têkildarî li seranserî herêmê, her 2 bazirgan hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna wan de li xwe mikur hatin ku bi amûrên hişberî re bazirganî kirine û ji bo der barê wan de tedbîrên pêwîst bên girtin sewqî dozgeriya giştî hatine kirin."

(şx)