Li Hesekê foruma hiqûqî bi encamnameyekê bi dawî bû

Foruma hiqûqî ya li Hesekê bi sernavê "Li şûna erkdarkirina wan di cihê biryarê de, em daxwaza darizandina kujerên jinan dikin" hat lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

26 sibat, 2025   20:05
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Parêzeran, Rêxistina Mafên Mirovan û Meclisa Edaleta Jinan li Sûriyeyê bi sernavê "Li şûna erkdarkirina wan di cihê biryarê de, em daxwaza darizandina kujerên jinan dikin" forumeke hiqûqî li hola Mişwar a taxa Til Hecerê ya Hesekê organîze kir.

Di forumê de nêzî 100 endamên jin ji rêxistinên hiqûqî û mirovî, Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Edaleta Civak, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kongra Star, Yekitiya Rewşenbîran, mamoste, endazyar û têkiliyên dîplomasî beşdar bûn.

Di forumê de rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Cizîrê Evîn Cuma axivî û got: "Piştî salên dirêj ji têkoşîna jinan a di oxira azadî û demokrasiyê de û pêkanîna destkeftiyên taybet bi jinan, li pêşberî me qonaxeke bimij û nîşaneyên wê ne diyar heye. Em dibînin, li şûna kujer werin darizandin, di cihê biryarê de ne."

Evîn wiha domand: "Me ev kongre ji bo nîqaşkirina qanûn, edaleta civakî ya jinan li dar xist."

Di forumê de 3 mijar hatin nîqaş kirin; mijara yekemîn bi sernavê "Têkoşîna jinan li dijî terorê û parastina destkeftiyên xwe", ya duyemîn "Digel êrişên terorane, komêujî û binpêkirinên li dijî jinan" û ya sêyemîn "Daxwaza pêkanîna qanûn û mîsaqên navneteweyî li dijî kujeran ku edalet pêk bê."

TÊKOŞÎNA JINAN LI DIJÎ TERORÊ Û PARASTINA DESTKEFTIYÊN XWE

Çalakgera civakî Eble Xelîl a mijar şîrove kir. Eble got: "Di dirêjahiya dîrokê de jin pêşeng, dayik û edaleta xwedawenb bû. Ji ber ku sira gerdûnî di xwezaya xwe ya fîzîkî û seykolojiyê de dihewand."

Eble diyar kir ku di serdema nû de jî jina Kurd digel dagirkeriya navdewletî û fikra neteweperestî de têkoşîn kir û rastî gelek cureyên êş û komkujiyan hat. Ji lew re jinan çek rakir û parastina xwe û gelê herêmê kir.

Eble got tevgera jina Kurd li Rojava bandoreke mezin li jinên Kurd ên li 4 parçeyên din ên Kurdistanê kir.

DIGEL ÊRIŞÊN TERORANE, KOMKUJÎ Û BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN

Parêzer Rovend Ebdê ev mijar şîrove kir û got: "Di demekê de Sûriyê li ber dirêyê derfeteke dîrokî ya xweçareserkirina ji salên çewisandin û şer bû, êdî gelek pirs tên li ser şêweya hikum, qanûnên wê û edaletê tên kirin. "

Rovend wiha domand: "Rejîma fikrî ya ku El Colanê ava kiriye, hewl da ku desthilata mêr li ser civakê bimeşîne û rola jinê ji tevahî jiyanê rake."

Serokê Yekîneya Qanûnî ya Yekitiya Niştîmanî ya Sendîqeyên li Lubnanê Fereh Ebdullah jî axivî û got: "Pêkanîna edalet û wekheviyê mafê tevahî jinên Sûriyeyê ye û aştiya rateqîn bêyî cezakirina sûcdaran û misogerkirina mafên jinan pêk nayê."

Dadgera Meclisa Edaleta Jinan Bêrîvan Hacî jî got: "Koma Ehrar El Şerqiye gelek sûc kirin. Ji wan sûcan jî şehîdxistina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê di 12’yê Cotmeha 2019’an."

Her wiha parêzer û berpirsa Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Ewropa Meyda Ebdê jî axivî û got: "Komên bi piştgiriya dewleta Tirk çek, weke tundiya cinsî ji bo tirsandina şêniyan û derxistina bi darê zorê ji malên wan, bi kar anîn. Jin jî dixistin girtîgehên nepenî."

Forum bi van encamnameyan bi dawî bû:

Her kesê destên wan di xwîna jina Sûriyeyî de werin bidûrxistin.

Destkeftiyên jinên Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destûra Sûriyeya nû de werin parastin.

Darizandina her kesên di cihên biryarê de hatine erkdarkirin û belge ji edaletê re werin pêşkêşkirin û

Hişyarkirina têgehên aştiya demokratîk li dijî Îslama siyasî û tundraw di nav pêkhateyên dewleta Sûriyê de.

ANHA