Li Hesekê ciwanek hate kuştin

Li taxa El Miftî ya bajarê Hesekê ciwanekî bi navê Basim Reşo ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li Hesekê ciwanek hate kuştin
12 gulan, 2026   13:33
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî li taxa El Miftî ya bajarê Hesekê di saetên sibehê de komeke çekdar ku nehatin naskirin û li erebeyekê siwar bûbûn, ciwanê bi navê Basim Abid Reşo gulebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmê berî ku Basim Reşo were kuştin, dengê fîşekan hat û şer çêbû. Piştre jî çekdaran Basim Reşo gulebaran kir û kuşt.

Heman çavkaniyan da zanîn ku hêzên ewlekariyê derdora taxa El Mitfî girtiye û dest bi lêpirsînê kiriye. Niha li taxa El Miftî ya Hesekê rewş awarte ye.

(np)

ANHA