Li herêmên desthilata Şamê 17 kes hatin revandin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  ragihand ku li herêmên desthilata Şamê di nava 10 rojan de 17 kes hatine revandin.

Li herêmên desthilata Şamê 17 kes hatin revandin
3 hezîran, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê de, di nava 10 rojan de anku ji 22’yê Gulanê heya 2’yê Hezîranê, 17 kes hatine revandin.

Li gorî SOHR’ê, li Şamê 7 mêr, li Laziqiyê 3 mêr, li Hemayê 2 mêr, li Tertûsê 2 jin, li Humsê jinek, li gundewarên Şamê zarokek û li Helebê mêrek hatine revandin.

(bb)