Li Hemayê mezarek olî ya elewiyan hate şewitandin

Li Sehil El Xab a Hemayê mezareke olî ya girêdayî civaka elewî ji aliyê kesên ne nas ve hate şewitandin. Mezara behsa mijarê di nava civakê de xwedî nirxe mezine. Ji lewma di nava şêniyan de ne razîbûn û acizî çêbûn.

Li Hemayê mezarek olî ya elewiyan hate şewitandin
29 îlon, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh berbanga sibehê kesê nenas Mezara Şêx Mihemed El Ecêmî ya li gundê El Xendeq a Sehil El Xab a gundewarê Hemayê, şewit. Di encamê de zirar di derdora mezarê de çêbû. 

Dîroka mezarê vedigere serdemên dirêj û di nava elewiyên herêmê de xwedî nirxeke pîroz e. Ji lewma şewat di nava şêniyan de nerazîbûn çêkir û wekî “Destwerdaneke metirsîdar” pênase kir.

Hemwextî şewatê li gundewarê Hemeyê bûyerên revandin, kuştin û tundî zêde bûne. Herî dawîn komkujiya li gundê Cedrîn bû. Di encamê de 4 ji gund dema dihatin male bûn qurbanî.

(dc)