Li Hemayê 2 kes hatin kuştin

Li gundewarê Hemayê di 24 saetên borî de 2 kes hatin kuştin û 3 kes di nav de 2 bira birîndar bûn.

Li Hemayê 2 kes hatin kuştin
7 îlon, 2026   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24 saetên borî de li gundewarê Hemayê 3 bûyerên guleavêtinê ji aliyê çekdarên li motorsiklêtan siwar bûbûn ve qewimîn, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Di bûyerekê de, çekdarên rûgirtî gule yekser li 2 birayan Elî Derdarî û Muhsên Derdarî di dema nobdariya hejîrên xwe de barandin. Ew bûyer li di navbera gundên Zor Beirîn û Xirbet El Cami yên li rojavayê Misyafê de rû da.

Di encama guleavêtinê de her du bira bi giranî birîdnar bûn, rakirin Nexweşxaneya Wetenî ya Misyafê.

Di bûyereke din jî çekdarên nenas gule li welatiyên gundê Til Sikîn Sarot ê rojavayê Hemayê barandin, di encamê de ciwanê bi navê Ehmed Elî Umran (29) hat kuştin û Nasir Siûd (60) bi giranî birîndar bû.

Vê sibehê li bajarokê Kefer Kemra jî di gulebarandinê de ciwanê bi navê Xeyas Noqel Silêman hat kuştin.

(f)