Li Girê Spî hate ferzkirin ku nan bi lîreyê Tirk bê kirîn

Dewleta Tirk a dagirker, li ser şêniyên Girê Spî ferz kir ku nan bi lîreyê Tirk bikirin.

Li Girê Spî hate ferzkirin ku nan bi lîreyê Tirk bê kirîn
28 ÇILE, 2025   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên ji bajarê Girê Spî ragihand ku ‘Meclisa Xwecih a Girê Spî’ ya girêdayî dewleta Tirk, îro biryara firotina nan bi lîreyê Tirk belav kir.

Her wiha gef li şêniyan xwarin ku heke nan bi lîreyê Tirk nekirin dê cezeyê 5 hezar lîreyê Tirk li wan bibirin û wan bidarizînin.

Ji dema dagirkirina bajarê Girê Spî ya di dawiya sala 2019’an de, dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin zimanê tirkî û diravê wê li herêmê ferz bikin, lê şêniyên herêmê naxwazin bi pereyên dewleta Tirk kirîn û firotinê bikin.