Li Efrînê şêniyek hate revandin

Sûcên li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, berdewam in. Çeteyan şêniyekî din revand.

Li Efrînê şêniyek hate revandin
21 adar, 2024   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 19`ê Adarê şêniyê bi navê Mihemed Îsmaîl Mihemed (41) ji mala wî ya li nêzî Nexweşxaneya Dêrsim a li bajarê Efrînê yê dagirkirî revand.

Heman çavkaniyan da zanîn ku sedemên revandin û aqûbeta Mihemed heta niha ne diyar in.

(şx)

ANHA