Li Efrînê 3 welatî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Efrînê 3 welatî revandin.
Çeteyên navê “Polîsên Leşkerî” li xwe dikin ên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê, welatiyê bi navê Mihemed Adil Mihemed (37) revand.
Çavkaniyan diyar kir ku Mihemed Adil Mihemed beriya 2 hefteyan dema ji Lubnanê diçû serdana xizmên xwe yên li Efrînê, bêyî sedem û tawanan ji aliyê çeteyan ve hat revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, 22’yê Nîsanê jî çeteyên “Polîsên Sivîl” welatiyên bi navên Ehmed Ebdo (42) û Mihemed Salih Hesen (35) ên ji gundê Eyn Hecer ê navçeya Mabatayê revandin. Çavkaniyan got dema her du welatî diçûn serdana xizmên xwe yên li bajarê Ezazê, hatine revandin.
(bb)
ANHA