Li Dêrikê bîranîna Viyan Soran

Bi serpereştiya Kongra Star, jinên li bajarê Dêrikê Viyan Soran di salvegera 19`emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Li Dêrikê bîranîna Viyan Soran
4 sibat, 2025   14:47
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 19’emîn a şehadeta Viyan Soran, Kongra Star li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê civînek li Navenda Dîcleyê ya Çand û Hunerê li dar xisit. Bi dehan endamên rêxistinên jinan û saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di civînê de ji rêveberên Kongra Star ên li bajarê Dêrikê Rewşen Cûdî axivî û diyar kir ku şehîd Viyan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir.

Rewşen diyar kir ku şehîd Viyan bû sembola fikir û vîna jinên azad a li dijî hişmendiya baviksalar û heta kêliya dawîn a jiyana xwe ji bo fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya.

Rewşenê di dawiya axaftina xwe de banga berdewamkirina rêya şehîdan kir.

Civîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)