Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin

Bi boneya 8ˊê Adarê li kantona Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin. Di panelan girîngî li ser yekitiya jinan li hember siyasetên qirkirin û dagirkirinê hate dayîn.

Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
Li Dêrazorê 2 panel hatin lidarxistin
5 adar, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê yên bi armanca xurtkirina rola jinan û balkişandina ser têkoşîna wan de Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi hevkariya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşma ˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin-dagirkerî-tecrîdê têk bibinˊ li rojavayê Dêrazorê panelek li dar xist.

Di panelê de nûnerên jin û gelek jinên çalakger beşdar bûn.

Panel ji 3 mijarên sereke pêk hat. Berdevka Mala Jinan a Ayşe Mihemed mijara yekemîn xwend, 8ˊê Adarê pênase kir, girîngiya wê rojê şîrove kir.

Endama rêvebera komîteya lihevanînê Ayşe El Elî jî mijara duyemnîn xwend. Ayşe behsa bikaranîna jinan û sedemên wê kir; aborî, civakî û çandî.

Endama Meclisa Jinan a Edaleta Civakî Îman Silêman mijara sêyemîn xwe de û tê de bhesa hişbirê û bandora wê li ser civak, ciwan û jinan kir.

Dûre beşdaran li ser mijarên panelê nîqaş kirin û anî ziman ku divê desteke jinan were kirin, were xurtkirin û di tevahî mecalan de beşdar be û rola wê were geşkirin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola navenda çandê ya bajarokê Kîsra bi beşdariya nûnerên jin panelek li dar xist.

Di panelê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Huda El Xalidî li ser rola jinan û girîngiya zanakirina wan a çanîd û fikrî di avakirina neteweya demokratîk de nîqaş kir.

Her wiha di panelê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de behsa rola jinan a mezin di gihandina civakan de, pêşxistina jinan û avakirina fikra wê û çandina wê hat kirin.

Di mijara duyemîn de li ser bandora jina rewşenbîr li ser gihandina nifşên nû, zana û pêşerojê û çawaniya birêvebirina demê û pêşxistinê hate nîqaşkirin.

Di mijara sêyemîn de jî behsa diyardeya paşguhkirina jinê ku yek ji dozên girîng e hêzên dijber li ser dixebitin hat kirin. Da ku li pêş civakên herêmê asteng bin û ew diyarde yek ji rêbazên şerê taybet e.

Di dawiyê de nîqaş li pêş beşdaran hat vekirin û wan girîngî da xurtkirina jinê.

(fr)

ANHA