Li Derayê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li bajarokê Besr El Herîrî ê li rojhilatê Derayê ji ber teqîna mayînekê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li Derayê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
14 cotmeh, 2024   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Besr El Herîrî ê li rojhilatê Derayê mayînek bi erebeya veguhestina xwarinê ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya.

SOHR’ê diyar kir ku di encama teqînê de 2 leşkerên Şamê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Ji destpêka îsal ve 289 kes li Derayê hatine kuştin.

(bb)