Li Dera û Quneytîrayê "Hewldanên Lihevhatin" dîsa dest pê kirin

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li bajarê Dera û Quneytîrayê dest bi "lihevhatinên bi zorê" kirine.

Li Dera û Quneytîrayê "Hewldanên Lihevhatin" dîsa dest pê kirin
5 tebax 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku sewqiyatên nû yên hêzên hikumeta Şamê li bendên rêya di navbera bajarê Casim û bajarokê Kefir Şem ya bakurê Derayê de hatine bicihkirin, ji bo ku fişarê li sivîlan bikin da ku dest bi "lihevhatinan" bi hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê re bikin û li bajarê Înxil û Casim ê Derayê çek radest bikin.

SOHR`ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê navenda "lihevhatinan" li navenda çandî ya bajarê Baas ê Quneytîrayê vekirine û dê 4 rojan be.

"lihevhatin" li gorî hikumeta Şamê behsê dike, "ji bo kesên xwe ji leşkertiya neçarî daye alî û yên pirsgirêkên wan ên elwehiyê û leşkerî hene da ku xwe radestî komîteya leşkerî û ewlehiyê li Quneytîrayê bikin û navên wan yekser ji lîsteyên ewlehiyê bên rakirin".

(şx)