Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb, Kurd û Suryan ên herêma Cizîrê li Mêvanxaneya şêxê êla Şemer Mani Himêdî Deham El Cerba ya gundewarê başûrê Çilaxa civiyan, girîngî da yekgirtinê û redkirina hewldanên derxistina fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de.

Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
Li Çilaxa eşîrên Kurd, Ereb û Suryan civiyan
24 nîsan, 2026   15:06
QAMIŞLO

Bi vexwendina Şêxê Êla Şemer şêx Mani Himêdî Deham El Cerba civîneke berfireh li gundê Til Elo yê başûrê bajarê Çilaxa hatin lidarxistin. Di civînê de rûspiyên eşîrên Ereb, Kurd û Suryan amade bûn. Armanc ji civînê xurtkirina têkiliyên civakî di nava pêkhateyên herêma Cizîrê û redkirina tevahî hewldanên derxistina fitneyê û cudakariyê bû.

Civîn li Mêvanxaneya Şêx El Cerba bi amadebûna nûnerên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan hat lidarxistin.

Di axaftina rûspiyê Eşîra Deqorî de, Fehid Mihemed Seîd Axa axivî û destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokî de li herêmê hewldanên dubare yên derxistina fitneyan hebûn; ji serdema dagirkeriya Osman dest pê kir û di hikumetên pey wê de dom kir. Lê pêkhateyên Cizîrê yekgirtin û hevgirtina xwe parast.

Li aliyekî din jî rûspiyê Eşîra El Xelce Mûsa Seidon bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan û hişyar li ser xeteriyên fitneyê da.

Li ser navê Eşîra Kîkan Samir Şêxo Kîkanî axivî û diyar kir ku şertgiriya li ser derxistina fitneya Erebî û Kurdî têkçûyî ye, ji ber xelkê herêmê zana ye.

Rûspiyê Eşîra Begara şêx Ewad El Ugle jî da zanîn ku hikumet û desthilat dibe ku biguherin, lê yekitiya gelan û hevgirtina wan li ser bingeha berdewama jiyana hevbeş dimînin.

Li ser navê Eşîra Ebasîn Ebdurehman Mişo jî bal kişand ser xurtkirina hevkariyê di nava eşîrên Ereb û Kurd de, bi taybet di vê qonaxa hestiyar a ku herêmê tê re derbas dibe.

Şêxê Êla El Cibûr, Ehmed Hewas jî destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê xwedî têkiliyên civakî yên kûr in û eşîre xîtaba kîndariyê yan jî hewldanên derxistina fitneyan red dikin.

Di dawiyê de şêx Mani Himêdî Deham El Cerba axivî ku ev civîn bi armanca arastekirina peyameke zelal e ku biratiya Ereb-Kurdî hevgirtî ye, xelkê herêmê wê rêya hevbeş a jiyanê bidomînin û bi hev re ji bo siberojeke baştir ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê re bixebitin.

(fr)

ANHA