Li başûrê Reqaya 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Li başûrê Reqayê, di encama operasoneke hevbeş a Hêzên Ewlekariyê û QSD`ê de 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin ku amadekariyên xwe dikirin ji bo ku êriş navendên leşkerî, sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bikin.  

Li başûrê Reqaya 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
3 îlon, 2025   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin: “Hêzên me yên Yekîneyên Dij Terorê bi hevkariya Hêzên Taybet ên Ewlekariya Hundurîn li gundê Kesrat ê başûrê Reqayê oprasyoneke taybet pêk anîn.

Oprasyon piştî êrişa xwekuj a çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên me hatibû têkbirin, pêk hat.

Piştî têkbirin û bê bandorkirina êrişê, hêzên me gelek xebatên şopandin û lêkolîn kir, dûre dest bi operasyonê kir.

Operasyon serkeftî derbas bû û me 5 çeteyên ku amadekariyên xwe dikirin ji bo ku êriş navendên leşkerî, sivîl û saziyên xizmetguzariyê bikin, girtin.

Di operasyonê de gelek çek, cebilxane û amûrên teknîkî bi çeteyan re hatin desteserkirin:

3 çekên kilaşnîkov

2 tivingên nêçîrê

1 demançeya rastkirî

380 fîşekên kilaşnîkovê tevî 5 mexzenan, amûrên teknîkî yên cihêreng (komputer, internet, têlefonên destan û kamerayek)

Hêzên me bi biryar in ku bermahiyên DAIŞ’ê ji holê rabikin, li her cihê ku lê tên dîtin bişopînin û çavkaniyên darayî û piştgiriyê hişk bikin, ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê û parastina jiyana xelkê wê.”

(ac/şx)