Li başûrê Minbicê seyareyek çeteyan hat teqandin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê seyareyek çeteyên dewleta Tirk a dagirker, teqandin.

Li başûrê Minbicê seyareyek çeteyan hat teqandin
7 kanûn, 2024   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê parve kirine, seyareyek çeteyan ku tije cebilxane bû, dema ber bi gundê Ceblet El-Hemar ê li başûrê Minbicê ve diçû, hat teqandin. 

Di seyareya ku ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye teqandin de, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

(a)

ANHA