Li Başûr Bafil Talebanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re hevdîtin kir

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê Donald Trump Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Li Başûr Bafil Talebanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re hevdîtin kir
24 sibat, 2026   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Serokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talebanî bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re civiya.

Di civînê de ku Endamê Polîtburoya YNK’ê Qubad Talebanî jî amade bû, bal kişand li ser bicihkirina peymana 29’ê Çileyê ya navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dawîanîna astengiyên li pêşiya peymanê.

Beşdarên civînê diyar kir ku divê Şam rêzê li tevahiya pêkhateyan bigire û gotin ew ê alîkariya Sûriyeyê bikin da ku li herêmê û di nava civaka navneteweyî de bibe welatekî avaker.