Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 Sûriyeyî hatin qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê li dijî bajarokê Temnîn El Tehta yê herêma Bîqai ya rojhilatê Lubnanê de 11 penaberên Sûriyeyî hatin qetilkirin û hejmarek zarok jî birîndar bûn.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 Sûriyeyî hatin qetilkirin
11 adar, 2026   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê li dijî bajarokê Temnîn El Tehra ya herêma Bîqai yê rojhilatê Lubnanê de 11 penaberên Sûriyeyî hatin qetilkirin.

Ajansê bi bîr xist ku li dijî cihekî penaberan êriş pêk hat.

Artêşa Îsraîlê ji berbanga vê sibehê ve gelek deverên başûrê Lubnanê weke Şehbahiyê, Bint Cibêl û herêma Ayşe Bekar a li Beyrûtê bombebaran kirine.

(fr)