Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi sernavê “Rola Jin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da” Panelek lidar xist.

Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
Li Qamişloyê Meclisa Jinan a PYD`ê panelek lidar xist
7 tebax, 2025   14:00
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi sernavê"Rola Jin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da" li hola Navenda Giştî ya Partiyê ya li Qamişloyê panelek lidar xist.

Endamên Saziyên Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jinên Suriyan, Kongra Star, tevger, sazî, meclisên jinên Ereb û Suryan tevlî panelê bûn.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin: Ya yekemîn li ser astengî û pirsgirêkên weke jin di hundirê pirojeyên ku dixwazin pêk bînin çi ne, ya duyemîn çareseriya van pirsgirêkên heyî çi ne û çawa wê karibin xwe weke jin bihêz bikin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, mijara yekemîn ji aliyê Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Diblomasî a PYD`ê Sema Bekdaş hat birêvebirin.

Sema Bekdaş da zanîn ku hemû gelên Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke pir hesas derbas dibin, pêwîste em hemû zanîbin çawa xwe û xaka welatê xwe biparêzin ji xwe li ser banga serokatî me ev panel li dar xistiye , îro li bakur û rojhilatê sûriyê em li ser manfîstoya Rêber Abdullah Ocalan  pergala xwe nûve bi ava dikin, ev jî ji bo gelên herêmê dixwazin aştiyê pêk bînin.

Sema Bekdaş bal kişand li ser manfîstoya Rêber Apo ku li hemû cîhanê belav bûye, hişt dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî seranserî cîhanê bibe rojev da ku jin karibe doza mafê xwe bike.

Sema diyar kir Îsraîl, Tirkiya û Îranê ku çawa dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bikin. Girêdayê vê parçekirinê jin jî dikin armanca vê perojeya xwe, lê heya ku Rêber Apo ewqas hewldanan dike da ku aştî û civakek demokartîk û aramiyê belav bike ev perojeya wî wê bi ser bikeve.

Semayê destnîşan kir ku jinên li Îranê di gelek şoreşan radibin li hemberî tundiyê û doza mafê xwe dikin. Ev jî bi yekgirtina hemû jinan hate kirin.

Di mijara duyemîn de çarseriya van pirsgirêkan ji aliyê Endama Mecilsa Giştî ya PYD`ê Sureya Mistefa anî ziman jin ku çawa roleke girîn ji despêka Şoreşê û heya niha dilîst di heman demê de, di dîrokê de li hember tundî û tunekirinê de sekinye û li ber xwe daye.

Sureya Mistefa wiha got: “Jin xwedî îradeyeke xurte dikare civakekê birêve bibe, ji bo ku jin bighêje mafê xwe yê xwezayî û qanûnî dive di qadên netewa demokratîk yên rêxistinê siyasî, aborî û çandî pêşengtiyê bike. Ji bo pêkanîna vê gavê pêwîste saziyên jin yên serbixwe bên avakirin.

Beşdaran diyar kirin ku pirsgirêk û çareseriya wê pêwîste ku baş xwe perwerde bikin.

Jinên Beşdar dane xuyakirin ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan pir bi nirx û giranbuhaya wê heye ku êdî çawa hebûn û nirxê jinên ji bo Rêber Apo giranbihaye. Jina ev peyam wiha gotin; “Ji me re peyama Rêber Apo em serbilind kirin û ji me re cihê şanaziyê ye û em ê her û her di hemû aliyan pêşengtî û têkoşîna xwe xurt û berdewam bikin.”

(re)

ANHA