Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin

Şêniyên Amûdê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Zinar Amûdê oxir kir. Ji bo şervanên QSD`ê şehîd Reşo Amûdê û şehîd Xidir Mûrad jî merasîma xiyabî hate lidarxistin.

Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
Li Amûdê şehîdek hate oxirkirin
29 ÇILE, 2025   15:41
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê ji bo oxirkirina şervanê QSD`ê Zinar Amûdê (Civan Îbrahîm) ku di 27’ê Çileyê de li bajarê Şedadê şehîd bûbû, beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de nasnameyên şervanên QSD`ê Reşo Amûdê (Bedran Derwîş) ku di 7’ê Çileyê de şehîd bûbû û Ceno (Xidir Mûrad) ku di 8’ê Çileyê de li eniyên bendava Tişrînê şehîd bûbûn, hate aşkerakirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Cewahir Osman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Cewahir her wiha got: “Zarokên me li eniyên bendava Tişrînê li ber xwe didin û ji hemû cîhanê re îsbat kiriye ku berxwedana bendava Tişrînê dîrok û siberoja me ye.”

Cewahir wiha dewam kir: “Em ji bo şehîdan soza şopandina rêya wan û têkbirina hemû planên dijminan, didin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Zelal Amûdê jî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmên me dagir bike, lê berxwedana me hemû planên wê pûç kirin, ji ber ku em xwediyê xakê ne.”

Şervanê QSD`ê Milîtan Amûdê jî axivî û wiha got: “Hevalên me ji mirinê netirsiyan û xwedî ruhekî fedaî bûn, em bi şehadeta wan ji parastina xaka welat serbilind in û soza şopandina rêya wan didin heta ku serkeftin pêk bînin.”

Piştî ku belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Zinar Amûdê bi tilîliyan û dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(k)