Leşkerekî hikumeta Şamê li Hemayê hate kuştin

Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li nêzî Heleb, Hema û Idlibê careke din bi hev ketin. Di encamê de leşkerî hikumeta Şamê hate kuştin.

Leşkerekî hikumeta Şamê li Hemayê hate kuştin
12 sibat 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih ragihand ku leşkerekî hikumeta Şamê li herêma Deşta Xabê ya li rojavayê Hemayê bi guleya sekvanekî çeteyên Fetih El Mubîn hatiye kuştin. 

Her wiha ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê nêzî gundê Fitîra û nêzî gundê Dêr Sunbil û Foca 111’an ên li rojavayê Idlibê topbaran kirine.

(şx)