KURDÎGEH: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê

Li Bakûrê Kurdistanê Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî  deklarasyona 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir û xwest ku zimanê Kurdî di destûra bingehîn a Tirkiyê de cih bigre û bibe zimanê fermî û perwerdê.

KURDÎGEH: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê
17 sibat, 2026   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê deklarasyona 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir. Di deklarasyonê de pankarta “Statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî” hat hildan. Partiyên siyasî, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl û gelek zimanhez tev li eşkerekirina deklerasyonê bûn.

Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan deklarasyonê xwend û da zanîn ku têkoşîn û kampanyaya çalakiyan a xwendekarên zanîngeha Dakkayê, di şikandina pergala yekparêz û yekzimanî de bûne hîmên bingehîn ên vê roja parastina çand û zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Arîfe Aslan diyar kir ku ji ber vê yekê 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) yê ve hatiye qebûlkirin û îlankirin û got: “Di sedsala 21emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, daxwaza mafên xwe yên kollektîf dikin û di oxira nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin didin. Gelê kurd jî, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin.”

‘ZİMANÊ KURDÎ Bİ QANÛNAN MÎSOGER BİKİN’

Arîfe Aslan bal kişand cîhgirtina Kurdî di destûra bingehîn a Tirkiyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em careke din balê dikişînin û destnîşan dikin ku heta zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi qanûnan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya Kurdî ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê Kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin. Ji niha ve, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê li gelê me yê dildar û dilsozê zimanê Kurdî û hemû gelên bindest ên cîhanê, yên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in pîroz be.”

Eşkerekirina deklarasyonê bi çepikan bi dawî bû.