Komên hikumetê derdora Siwêdayê topbaran kir

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta demkî bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.

Komên hikumetê derdora Siwêdayê topbaran kir
1 sibat, 2026   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyand ku hêzên hikumeta demkî îro bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kirin. Hêzên hikumetê ji deverên Til Hedîd, bajarê Menûsa û bajarokê Welga ve ew enî topbaran dikirin.

Fermandariyê da zanîn ku ev topbaran di çarçoveya metoda sûcên hikumeta demkî li dijî herêmê pêk tîne de tên.

(fr)