Klûba Şilêr a Boxing li ser asta Sûriyeyê rêjeya sêyemîn girt

Klûba Şilêr a Boxingê ya girêdayî bajarê Hesekê li ser asta Sûriyeyê di şampiyona Komarê ya Boxingê ya Sûriyeyê de rêjeya sêyemîn û 2 mêdaliyên zêrîn, yek zîv û 3 jî bronz wergirtin. Klûb vegeriya bajarê Hesekê û ji hêla Meclisa Jinan ve hate pêşwazîkirin.

Klûba Şilêr a Boxing li ser asta Sûriyeyê rêjeya sêyemîn girt
Klûba Şilêr a Boxing li ser asta Sûriyeyê rêjeya sêyemîn girt
Klûba Şilêr a Boxing li ser asta Sûriyeyê rêjeya sêyemîn girt
Klûba Şilêr a Boxing li ser asta Sûriyeyê rêjeya sêyemîn girt
19 tîrmeh, 2026   13:23
HESEKÊ

Klûba Şilêr a Boxing ya girêdayî Meclisa Jinan a Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê îro danê sibehê piştî beşdariya di Şampiyona Komarê ya Sûriyeyê ya Boxingê ya beşa eşbala (Cub Scouts) de yak u ji hêla Yekîtiya Boxing a Sûriyeyê bi hevkariya Gerînendetiya Werzîş û Ciwanan li Parêzgeha Tertûs hatiye birêxistinkirin vegeriyan.

Klûba Şilêr rêjeya sêyemîn li ser asta Sûriyeyê bi dest xist, ji klûbê 9 lîstikvan beşdar bûn û di nava hemû beşdaran de Klûba Şilêr encameke pêşket bi dest xist.

Lîstikvanên bi navê Mihemed Hesûn bi giraniya (40 kg) û Zihêr Mihemed bi giraniya (52 kg) asta yekemîn û 2 mêdaliyên zêrîn girtin, her wiha Can Resûl jî asta duyemîn û mêdaliyeke zîv wergirt.

Lîstikvanê bi navê Îskender Şivan Hesen bi giraniya (35 kg), Muhened El Elî (55 kg) û Xeys Silêman bi giraniya (61 kg) asta sêyemîn û mêdaliyên bronz girtin.

Klûba Şilêr a Boxingê ji hêla Meclisa Jinan a Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê li Qada Aştî hate pêşwazîkirin û xelatkirin.

(sb)

ANHA